Kovara Zend yek ji wan kovarên pêşeng e ku di warê lêkolîn û zanistê de li Bakur derketîye. Zendê bi dirêjahîya temenê xwe yê weşanê mêvandarî li gelek rewşenbîrên kurd kirîye û bûye cîgeha nîqaşên zanistî li ser ziman û edebîyat û dîrok û çanda kurdan.
Zend yekem car di sala 1994an de du hejmarên wê wek hejmarên ceribandinê derdikevin. Piştre di sala 1996an de bi awayekî perîyodîk dest bi derketinê dike û heta 1998an 6 hejmarên wê derdikevin. Ji ber şert û mercên wê demê 6 sal navber dikeve weşana Zendê û di sala 2004an de dîsan derdikeve. Di sala 2004an de ji ber hin meseleyên resmî statûya wê ya resmî ji kovarê derbasî rêzepirtûkê dibe. Ji 2004an ve heta niha 26 hejmar derketine. Zend ji 1994an heta niha 34 hejmar derketîye. Zend hîna jî ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve salane du hejmar tê derxistin. Hejmareke wê biharê û ya din jî payizê tê derxistin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2014an de ji bo mamoste û şagirtên xwe kovareke bi navê Fêrname yê derdixe. Di vê kovarê de di gel berhem û nivîsên xwendekar û mamosteyan, nivîsên der barê çand û hunera kurdî jî cih digirin.
Her wiha di kovarê de di gel hîndarîyên fêrkirina kurdî, der barê rê û rêbazên fêrkirinê jî nivîs cih digire. Kesên ku nû hînî kurdî dibin dikarin bi alîkarîya vê kovarê xwendina xwe bi pêş bixin û çand û wêjeya kurdî nas bikin. Mijarên mîna remildank û xaçepirs jî di kovara Fêrnameyê de cih digirin. Nivîsên bi her sê zaravayên kurdî (kirmanckî, kurmancîya jorîn û kurmancîya jêrîn) di kovarê hene. Mamoste û xwendekarên kurdî dikarin ji vê kovarê sûdê wergirin, her wiha dikarin bi nivîsên xwe jî piştevanîya kovarê bikin. Heta niha 4 hejmarên kovara Fêrnameyê derketine. Piştî hejmara 4an formata Fêrnameyê hate guhertin û ji niha û pê ve tenê dê metnên xwendinê tê de hebin li gorî asta yekem, duyem û sêyem. Fêrname salane 2 hejmar jê derdikevin. Hejmareke wê biharê û ya din jî payizê tê derxistin.