DERSÊN HEWRAMÎ, KELHURÎ Û SORANÎ DEST PÊ DIKIN



Sazîya me ji bo zaravayên kurdî yên hewramî, kelhurî û soranî kurseke fêrbûnê vedike

Sazîya me cara yekem e kursê ji bo zaravayên hewramî û kelhurî vedike. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi dirêjahîya dîroka xwe hewl daye ku xebatê li ser hemû zaravayên kurdî bike. Di vê çarçoveyê de heta niha kursên fêrbûn û pêşvebirinê ji bo kirmanckî, kurmancî û soranî vekirine; berhem bi van her sê zaravayan çap kirine.


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çarçoveya xizmetkirina li zimanê de kursên fêrbûnê ji bo hewramî û kelhurî vedike û plan dike ku siberojê ji bo zaravayên lekî û lorî jî kursan veke û berhemên fêrbûnê ji bo hemû zaravayên kurdî çap bike.


2020-12-01 13:16:26

Twitter