DAXUYANÎYA TORA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ LI SER HELWESTA TURK TELEKOMÊ



Tora Ziman û Çanda Kurdî li ser helwesta astengkirin û sansûrkirina zimanê kurdî ya Turk Telekomê daxuyanîyek da

Omer Başaran bi tweeteke xwe ya di 22yê Tebaxa 2020an de dîyar kir ku ji bo mameleya betalkirina xeta dayika xwe telefonî Xizmetguzarîya Mişterîyan a Turk Telekomê kirîye û jê re hatîye gotin ku divê dayika te bi xwe were ser xetê lê ji ber ku dayika wî bi tirkî nezanîye, wî xwestîye ji dayika xwe re wergêrîyê bike lê belê peywirdar jê re gotîye ku “dayika te bi îradeya xwe ya azad naaxive” û li ser vê  yekê Omer Başaran gilîyê xwe li ba Navenda Medyayê ya Turk Telekomê kirîye û Navendê di encama vî gilîyî de ev bersiv jê re daye: “Eger dayika we bi tirkî yan jî erebî xeber nede, em nikarin xeta wê bigirin”.

Navenda Çapemenîyê ya Turk Telekomê têkildarî vê mijarê di 23yê Tebaxê de daxuyanîyeke çapemenîyê belav kir. Daxuyanî bi qasî wan mameleyên ku Omer Başaran di beyana xwe de gilîyê wan kirîye, gotinên nijadperest û cudakar li xwe digire û wisa ne ku beyana Başaran îsbat dikin.

Wexta ku mirov li daxuyanîya Turk Telekomê dinêre, dibîne ku neçûye nav hûrgilîyên mijarê; fîrmayê ji bilî înkarkirina beyana Başaran tu pêwîstîyek bi daxuyanîyeke teknîk nedîtîye; em dibînin ku fîrmayê di mijara navborî de dayika ku rastî mexdûrîyetê hatîye bi dîqet wernegirtîye û tevî vê yekê di proseya “çareserkirin”a pirsgirêkê de dîsan tenê Omer Başaran muxatab wergirtîye. Tiştê herî balkêş jî ew e ku fîrmayê nexasim xwe ji bikaranîna peyvên kurd û kurdî dûr girtîye. Tevî vê yekê, Turk Telekoma ku tê gotin mameleyeke cudakar pîşan daye, heçku dixwaze tawanê bixe ser Başaran, hişyarî daye ku “gel bi tehrîkê nexape” û banga îtîdalîyê kirîye.

Li hember van angaştan, em li ser navê Tora Ziman û Çanda Kurdî ji fîrmayê daxwaz dikin ku bila bersivê bide van pirsan:

  1. Li 81 bajaran hetta tew angaşta we ew e ku bêyî ku hûn cudahîyê bixin navbera dîn, ziman û nijadekê xizmetê didin. Mirovên ku hûn xizmetê didin wan di nav wan de bi mîlyonan kurd hene. Gelo xizmeteke we ya wisa heye ku hûn bi zimanê kurdî peywendîyê bi gelê kurd re daynin?
  2. Xizmetguzarîya mişterîyan a fîrmayan hevdîtinên xwe “ji bo kalîteya xizmetê” tomar dikin. Eger angaştên we rast in, hêsantirîn rê ji bo vê yekê ew e ku hûn qeydên dengan bi rizamendîya muxatabên xwe û bêyî ku nihênîtîya jîyana taybet binpê bikin, parve bikin. Gelo xebateke we ya wiha heye?
  3. Ew rênimayîyên ku hûn di daxuyanîya xwe de wan dupat dikin çi ne gelo? Gelo îbareyek di wan rênimayîyan de heye ku xizmeta bi kurdî qedexe dike?
  4. Bûyera navborî çavkanîya xwe yek ji sereketîrîn pirsgirêkên Tirkîyeyê werdigire. Lê belê wexta ku mirov li daxuyanîya we dinêre, digihîje wê encamê ku hûn neçûne nav hûrgilîyên teknîk û tevî vê yekê we pêwîstî pê nedîtîye ku hûn hestyarîyeke kafî nîşan bidin. Gelo nîyeteke wisa ya fîrmaya we heye ku di mijarên wekî nijadperestî û cudakarîyê de helwesta xwe biguherîne ku asteng in li ber wergirtina xizmetê?

Wek encam, gelheya civakekê ji çend kesan pêk tê bila were, rasterast û nerasterast sansûrkirina zimanê dayikê yê civakekê û astengçêkirin li ber wergirtina xizmeta bi zimanê xwe bi xwe cudakarîya etnîkî ye. Zimanê ku mirov bi azadtirîn îradeya xwe xwe îfade dikin, zimanê wan ê dayikê ye. Cudakarîya li dijî zimanê kurdî ku bi deh mîlyonan axêverên wê hene bi tu awayî nayê qebûlkirin. Wexta ku li ser vê yekê angaşt yan beyanek hebe, tu sazî, dezgeh û rêxistinek nikare bi awayekî serpilkî û bi daxuyanîyên jiberkî li meseleyê binêre. Her sazî û kes divê xwe ji îfadeyên tehrîkker dûr bigire lê belê wexta ku mijar gelên bêstatû bû, bi taybetî pêwîst e xwe jê dûr bigirin. Heçî sazîyek e ku dibe sedema astengan ku kurd bi zimanê xwe xizmetê wernegirin, ne di wê pozîsyonê de ye ku bangewazîya bitehrîknehatin û îtîdalê bike; berevajî vê yekê ew bi xwe di wê pozîsyonê de ye ku ev bangewazî li wê were kirin. Û kurdî ku zimanê gelê kurd e, tu kes û sazîyek nikare di metnekê de ku mijar bi xwe tê de kurdî ye qet jê behs neke û bi awayekî sansûr bike.


2020-08-25 14:26:20

Twitter