Kürtçe Online Ders Kayıt Formu ,Forma Dersên Kurdî yên Online

DAXUYANÎYA ÇAPEMENÎYÊ JI SAZÎYÊN ZIMANÊ KURDÎ LI SER POLÎTÎKAYA TURK TELEKOMÊ



Sazîyên zimanê kurdî polîtîkaya qedexekirin û sansorkirina zimanê kurdî ya Turk Telekomê bi daxuyanîyekê şermezar kirin

Ji bo raya giştî

Wek sazîyên ku ji bo zimanê kurdî xebatê dikin, me pêwîst dît ku em raya giştî ji wê helwesta dij-kurdî ya xebatkarek ji xebatkarên Turk Telekomê û piştre jî helwesta înkarkar a ku Turk Telekomê wek sazîyek li dijî zimanê kurdî di encama vê bûyerê de nîşan da, agahdar bikin.

Piştî avabûna netewe-dewletên ku li ser Kurdistanê desthilatdar in, polîtîkayên asîmîlasyonîst û tunekirinê li hemberî zimanên gelên di bin desthilatdarîya van dewletan de tundtir dibin. Hê çend hefte berî niha li navçeya Sûra Amedê ji hêla jendermeyan ve xwendina mewlûda kurdî hatibû astengkirin. Di gel vê yekê, dewleta Îranê ji bo her saleke hînkirina zimanê kurdî salek cezaya zîndanê û bi giştî 10 sal cezaya zîndanê li mamosteyeke zimanê kurdî birî. Ev bûyer nîşan didin ku polîtîkayên astengkirin, qedexekirin û kirîmînalîzekirina zimanê kurdî hîna berdewam in.

Her sazî û kesa ku xwestîye li dijî vê polîtîkaya asîmîlasyonîst derkeve, bi hincetên curbicur ên wekî “tehrîk û teşwîqkirina gel li hember dewletê” hatine tepisandin û ceza li wan hatîye birîn. Her ev hinceta navborî çi tesaduf e ku di daxuyanîya Turk Telekomê de xwe nîşan da ku raya giştî wê wek sazîyeke bazirganî dizane û ew bi xwe jî angaşt dike ku “bi dirêjahîya temenê xwe yê 180 salî tu cudahî nexistîye navbera dîn, ziman û nijadekê”. Eger bi rastî jî ev angaşta vê sazîyê rast be, çima Turk Telekom di daxuyanîya xwe de qet navê kurdî hilnedaye û heta niha tu xizmeteke xwe bi zimanê kurdî çênekirîye ku 30 mîlyon kurd pê diaxivin li qada wê ya xizmetê?

Vê bûyerê careke din nîşanî raya giştî da ku helwesta înkarkirin û qedexekirina kurdî çi ji hêla sazîyên bazirganî ve be çi ji hêla sazîyên fermî yên dewletê ve be hîna jî li dar e. Em wek sazî vê helwesta kirêt şermezar dikin.

Bi vê boneyê em careke din gelê xwe û raya giştî ya Tirkîyeyê ji vê helwesta înkarkar û qedexekar agahdar dikin û daxwazê ji sazîyên bazirganî û fermî û hwd. dikin ku xizmeta bi kurdî jî pêşkêş bikin û pir-zimanîyeke li gorî rastîya qada xebatên xwe bidin pêşîya xwe.

 

SAZÎ:

  1. AVESTA Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman
  2. Komeleya Lêkolînên Kurdî
  3. Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê
  4. Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (Dîsa-Der)

2020-08-24 09:19:12

Twitter