Kürtçe Online Ders Kayıt Formu ,Forma Dersên Kurdî yên Online

KURSA KURDÎ JI BO ASTENGDARÊN ÇAVAN



Komeleya me bi hevkarîya Komeleya Astengdarên Çavan a Dîcleyê kurseke online ji bo astengdarên çavan vekir
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi hevkarîya Komeleya Astengdarên Çavan a Dîcleyê ji bo kesên nebîna kurseke taybet a hînbûna kurmancî vekir. Bi giştî 28 xwendekar tev li kursê dibin.
 
Bi berbelavbûna pandemiya vîrûsa koronayê re Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) dest bi dersên online yên zimanê kurdî yên zaravayên kurmancî û kirmanckî kiribû. Piştî ku serlêdan zêde bûn, ji bo kesên nebîna (astengdarên çavan) jî kurseke kurmancî ya taybet hate vekirin.
 
28 XWENDEKAR HENE
 
Kursa kurmancî ya ji bo kesên nebîna, di 17ê tîrmehê de bi awayekî online dest pê kir û dê heta 3 mehan berdewam bike. Ji Kurdistan, Ewropa û gelek bajarên Tirkîyeyê 28 xwendekar tev li kursê dibin. Kurs her hefte rojên înîyê di navbera saet 20.00-22.00an de pêk tê.
 
XEBATA YEKEM
 
Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyyub Subaşi destnîşan kir ku cara yekem e di nava xebatên wan de kurseke wiha pêk tê û wiha got: “Ev ji bo me destpêkek e, lê ji bo siberojê dibe ku bibe sedema xebatên din ên ji bo astengdaran bi  giştî.”
 
DÊ XEBAT BERFIREHTIR BIBIN
 
Subaşi da zanîn ku hewl didin di demên pêş de xebatên xwe yên hînkirina kurdî ji bo kesên nebîna berfirehtir bikin û got: “Em dixwazin materyalên dersê ji bo van dersan amade bikin." Her wiha Subaşi diyar kir ku ji bo standartkirina alfabeya kurdî ya Braille ya ji bo kesên nebîna jî hewldanên wan hene.
 
*Ev nûçe ji Ajansa Mezopotamyayê hatîye wergirtin û rastnivîsa wê li gorî rastnivîsa sazîya me hatîye rêkxistin.
 
 
 

2020-07-23 10:40:10

Twitter