Hejmara 27an a kovara Zendê derket. Kovara Zendê ji 1994an ve ji hêla Enstîya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin.
Dikare were gotin ku Zend yek ji wan kovarên ewil û pêşeng e ku li bakurê Kurdistanê bi temamî kurdî û xebatên zanistî diweşîne. Nivîsa edîtor a hejmara 27an li jêr e:
“Silavên germ li we, xwînerên ezîz û xoşewîst!
Piştî cehd û hewleke zêde me hejmara 27an a Zendê jî ji bo we amade kir. Wekî hûn jî dizanin Zend ji 1994an ve di meydana weşangerîya kurdî de heye her çend dem bi dem navber ketibe nav hejmarên wê jî. Zend yek ji wan kovarên pêşîn e ku li Bakur hatîye çapkirin û heta niha mêvandarî li gelek nivîskar û lêkoleran kirîye û dike.
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi qanûn-fermanekê bi gotineke din bi KHKyekê hate girtin, bivê nevê, vê yekê bandor li xebatên sazîya me kir. Lê belê xoşbextane bi hewl û têkoşîna endam û dilxwaz û mamoste û xwendekarên me sazîya me ew bandora neyînî jî ji ser xwe rakirîye û dîsan dirêje bi xebatên xwe dide.
Xebat û nîqaşên li ser rastnivîsa kurmancî her ku diçin zêdetir û xurttir dibin. Ji ber ku di vê hejmarê de me di xalekê de guhertinek û di xalekê de jî yekgirtinek çêkirîye, me divê em hinekî behsa rastnivîsa sazîya xwe bikin. Wekî hûn jî dizanin di hejmarên berê de, wekî gelek kovar û weşanxaneyê din, me “î”ya berî “y”yê wekî “i” dinivîsî. Lê di vê hejmarê de me ev rêbaz rakir û êdî “î”ya berî “y”yê em wekî wê dinivîsin. Rast e di hin peyvan bi xwe de biryardana li ser wê yekê ka tîp “i” ye yan “î” ye tiştekî îzafî ye li gorî me. Lewma jî me bê îstîsna hemû kirin “î”. Xaleke din jî ew e ku di hejmarên berê de piştî hejmar û kurtkirinan carinan dabir bi kar dihat û carinan jî bi kar nedihat. Lê ji bo rastnivîsa Zendê û weşanên xwe yên din êdî piştî hejmar û kurtkirinan em ê dabirê nenivîsin. Guhertinên ku me ji bo rastnivîsa Zendê û weşanên xwe kirine ev her du xal tenê ne. Di xalên din de em ê wekî rastnivîsa heyî berdewam bikin.
Tiştekî din ku divê em behs bikin ew e ku di vê hejmarê de me dest neda bikaranîna paşdaçekên “da, ra”yê. Lê belê paşdaçeka ku wekî “va” hatibû nivîsîn, me ew kire “ve”.
Yek ji wan fakteran ku rê li ber pêşveçûna xebatên zanistî vedike, rexne ye. Bi vê bîr û boçûnê em wek Desteya Weşanê ya Zendê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji we lêkoler û xwîneran hêvîya me ew e ku hûn rexne û pêşnîyarên xwe bi me re parve bikin wekî em bikarin Zendê xurttir bikin. Wekî ku em hemû pê dizanin, xurtbûna her kovareke kurdî xurtbûna zimanê me ye. Em ê gelek bi kêfxweş bin eger we rexne yan pêşnîyarek hebe û hûn wê rexne yan pêşnîyarê bi me re jî parve bikin.
Bi hêvîya xwendineke xweş, bi xatirê we heta hejmareke din."