Kürtçe Online Ders Kayıt Formu ,Forma Dersên Kurdî yên Online

KAMPANYAYA XWENDIN Û NIVÎSÎNÊ JI 25 SAZÎYÊN KURDAN



Bi boneya 15ê Gulanê 25 sazîyên kurdî kampanyayeke online ji bo xwendin û nivîsîn û pêşvebirina kurdî didin destpêkirin.

Qeydên dersan îro, 15ê Gulanê, dest pê dikin û heta du hefteyan berdewam dikin.

Ders nava hefteyê her roj di navbera saet 14:00-16:00an de yan jî di navbera 20:00-22:00an de dê hebin. Piştî ku beşdaran roj û saeta guncaw ji bo xwe hilbijartin, 1ê Hezîranê di heman saet û rojê de ku ji bo xwe hilbijartine, dê dest bi dersên xwe bikin.

Kampanya ji bo her du zaravayên kurmancî û kirmanckî ye. Dersên kurdî yên online dê 1ê Hezîranê dest pê bikin û heta çar hefteyan berdewam bikin.

Kesên ku beşdarî van kursan bibin dê pir bi rehetî bikarin bi kurdî bixwînin û binivîsin û li ser edebîyat û dîrok û zimanê kurdî bibin xwedî agahî.


2020-05-15 17:57:18

Twitter