Kürtçe Online Ders Kayıt Formu ,Forma Dersên Kurdî yên Online

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ LI HEMÛ GELÊ ME PÎROZ BE



Îro 15ê Gulanê ye, Cejna Zimanê Kurdî ye

Îro 15ê Gulanê ye, Cejna Zimanê Kurdî ye. Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê me pîroz be.

Ev demek bû em li ser çêkirina malpera saziya xwe dixebitîn. Me hemû hewla xwe da û malpera xwe gihande roja Cejna Zimanê Kurdî.

Sazîya me li gorî derfetên xwe hewl dide ku bibe navendek ji bo kurdî bi hemû zaravayên xwe ve. Wek sazî fikra me ew e ku wexta ku kurdek hate sazîya me yan serdana malpera me kir, bila di sazîya me de yan di malpera me de xwe bibîne. Bi vê ferasetê me hemû zaravayên kurdî li malpera xwe zêde kirin. Em hêvî dikin ku malpera me bibe navendeke dokumantasyonê ji bo hemû zaravayên kurdî.  

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!


2020-05-14 13:06:10

Twitter