Komeleya Me
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku di sala 18ê Nîsana 1992yan de hatibû damezirandin, bi
KHKyê
hate girtin, di warên tesbîtkirina binpêkirinên mafên zimanî yên zimanê kurdî, hînkirin û
parastin û
pêşvebirina kurdî de valahîyek li Stenbolê hate holê. Komeleya me ji bo dagirtina vê valahîyê,
ji
hêla xebatkar û dildarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve di 6ê Adara 2017an de hate damezirandin.
Armanc û mebestên bingehîn ên komeleya me wiha dikarin bêne rêzkirin:
- Encamdana xebatên zanistî ji bo pêşvebirina çandeke pir-reng û demokratîk;
lidarxistina
konferans, panel, semîner û komxebatan bi beşdarîya pisporan ji bo ku balê bikêşe ser
astengîyên
li ber zimanê dayikê.
- Damezirandina navendeke dokîmantasyonê ji bo ku xelk bikare bigihîje xebatên
Komeleyê;
amadekirina weşanan ji bo hînbûn, hînkirin, pêşvebirin û careke din berbelavkirina zimanê
dayikê.
- Tesbîtkirina windahîyên mafî ku ji ber binpêkirinên zimanê dayikê pêk hatine û
amadekirina
çavkanîyên dîtbarî û bihîstbarî û nivîskî ji bo afirandina hişmendîyekê di mijara
binpêkirinan
de.