Dinyayeke pirziman û pirçand ku tê de hemû mafên zimanî yên hemû gelan bi qanûnan hatine misogerkirin û tên cîbicîkirin…
Encamdana xebatên wekî konferans, panel, semîner û komxebatan li ser pirzimanî û pirçandîyê û li ser rewşa sosyolînguîstîka kurdî; vekirina atolyeyên hînkirina xwendin û nivîsîna bi kurdî û atolyeyên hînkirina kurdî bo kurdî-neaxêvan; piştgirîkirina weşanên bi kurdî û derxistina weşanan; û bi rêya van xebatan tevkarîkirin li pêşvebirina hişmendîya zimanî û pirzimanî û pirçandîyê.