Xebatên Me

Xebatên Me


Ji ber nebûna statûyeka zimanê kurdî li Bakur û Tirkîyeyê û ji ber zext û astengîyên sîyasî gelê kurd nikare bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.

Lewma jî piranîya kurdan li Bakur û Tirkîyeyê nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Her wiha ji ber polîtîkayên asîmîlasyonîst ku bi şêweyekî sîstematîk ji hêla dewletê ve tên meşandin, hinek kurd bi zimanê xwe nizanin. Ji ber vê rewşa heyî zimanê kurdî her ku diçe li malan û li bazarê nayê axaftin.

Eger pêşî li vê trendê neyê girtin, zimanê kurdî li Bakur û Tirkîyeyê dê bikeve rewşeke xeternaktir. Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo ku li ser vê rewşa heyî hişmendîyek çêbibe, xebatên wekî konferans, panel, semîner û komxebatan encam dide; atolyeyên hînkirina xwendin û nivîsîna kurdî û hînkirina kurdî li dar dixe; piştgirîya weşanên bi kurdî dike û bi xwe jî weşanan derdixe.