AST

Asta Yekem


Asta yekem ji bo wan kesan e ku qet bi kurdî nizanin. Kesên ku bi rêk û pêk li vê astê berdewam bikin û pêwîstîyên wê bi cih bînin, di dawîya wê de:

  • Dikarin dîyalog û nivîsên kurt û sivik bixwînin û fam bikin
  • Dikarin gotinên bingehîn ên rojane fam bikin û bi kar bînin
  • Dikarin xwe û kesên din bidin nasandin û bêjin ka bi xwe û kesên din ji ku ne, li ku dijîn û çend salî ne
  • Dikarin peywendîyê di gel kesên axêver daynin û wan fam bikin gava ku ew kes bi hêdî biaxivin

Asta Duyem


Asta duyem ji bo wan kesan e ku bi kurdîya rojane yan bi devoka xwe dizanin lê nikarin bixwînin û binivîsin û pêwîstîya wan pê heye ku kurdîya xwe pêşve bibin. Beşdarên vê astê di dawîya wê de:

  • Asta xwendin û nivîsîna wan bi kurdî di wê astê de dibe ku dikarin metnên nîsbeten dirêj bixwînin û fam bikin
  • Zehmetîyê nakêşin gava ku di gel kesên axêverên siruştî yên kurdî diaxivin, bi hêsanî wan fam dikin.
  • Dikarin metneke hêsan binivîsin


Asta Sêyem


Ev ast ji bo wan kesan e ku asta duyem bi serkeftî bi dawî kirine. Beşdarên vê astê di dawîya wê de:

  • Êdî dikarin bi rehetî metneke edebî bixwînin û fam bikin
  • Dikarin metneke dirêj bi gotinên pêşîyan û biwêjan binivîsin
  • Dikarin bi awayekî herikbar biaxivin


Asta Çarem


Kesên ku asta sêyem temam bikin dikarin beşdarî vê astê bibin. Di vê astê da tevî rêzimana kurdî, dersên dîrok û edebîyatê jî tên dayîn û sê mehan berdewam dike.


Asta Mamostetîyê


Kesên ku asta sêyem temam bikin dikarin beşdarî vê astê bibin. Salekê berdewam dike û di vê astê da tevî rêzimana kurdî, dersên edebîyat, dîrok, formasyon û zimannasîyê tên dayîn. Kesên ku vê astê temam bikin, li ser rêziman û edebîyat û dîroka kurdî agahîyên berfireh hîn dibin.